Îlon 22, 2023 16:46 Asia/Tehran
  • Pevçûna neraziyan bi polîs re di encama xwepêşandanên dijî hikûmetê li Erîvanê

Kesên ku dijberê alûgurên vê dawiyê li navçeya Qerebaxê ne, li derdora avahiya hikûmetê ya li paytexta Ermenîstanê Yêrîvanê bi hêzên ewlehiyê û polîsan re ketin pevçûnê.

Bi girtin û pevçûna  di navbera nraziyan û polîs li kolanan, alozî û nearamî vegeriyane  Êrîvana paytexta Ermenistanê.

Texmînên berayî diyar dikin ku herî kêm sed xwepêşander li Êrîvanê de hatine girtin. Ev xwepêşandan di nava hêrsa li hemberî alûgurên li  Qerebaxê de cih tên. Kesên dijber, daxwaza îstifakirina Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Pashinyan dikin. 

 Pêştir û hevgavê  daxûyaniya  komên dijberê hikûmeta Ermenidtanê bo kombûn û xwepêşandanê li Êrîvanê, siet 10:00,  li gor dema herêmê, bona parastina avahiya hikûmetê ya li Meydana Komarê ya li Yêrîvanê, hejmareke zêde ya hêzên ewlekariyê û polîs hatin bicihkirin.

Îro  jî tevî hewldana xwepêşanderan bo girtina rêyên ber bi avahiya hikûmeta Yêrêvanê, serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan bi tedbîrên tund ên ewlehiyê karî ji vê taxê derkeve û Hêzên ewlehiyê yên Ermenistanê li Êrîvanê di dema xwepêşandanên li dijî hikûmetê de, kurê serokkomarê berê Robert Koçariyan girtin.

Di eynî de wezîrê derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan di civîna Konseya Ewlehiyê ya  NY de derbarê rewşa Qerebaxê de ragihand ku di encama operasyona leşkerî ya Komara Azerbaycanê li Qerebaxê zêdetirî 200 kes hatine kuştin û zêdetirî 10 hezar kes jî koçber bûne. 

Pêşniyara agirbesê ya Komara Azerbaycanê, vekişîna yekîne û hêzên leşkerî yên mayî yên hêzên çekdar ên Ermenistanê ji navçeyê, bicihkirina  hêzên parzêvanê aşitiyê yên Rûsiyê  û têkbirin û  bêçekkirin û bêçekkirina tam û tekûaz a rêxistinên çekdar ên Qerebaxa Çiyayî û her wiha derxistina çekên giran ên  wan ji vê deverê digre ber xwe.

Sê rojan berî niha di 19ê Îlonê de, li Qerebaxa  Ermenînişîn ya ku  ku li ser axa Komara Azerbaycanê ye, alozî zêde bûn

 Bakûyê derbarê operasyonên xwe yên leşkerî yên li Qerebaxê de îdia kir ku tedbîrên xwecihî yên dije terorê  dane destpêkirin û daxwaza vekişîna leşkerên Ermenistanê ji herêmê kir.

Di bersiva vê îdiayê Yêrîvanê ragihand ku  ti hêzeke  ermenistanê li Qerebaxê tine û tişta ku li vê anvçeyê  qewimîn, wek destdirêjiya Bakûyê ya berfireh bi nav kir.

Şêwirmendê medyayî yê Wezareta Berevaniya Tirkiyê di helwêsteke destwerdanê de got ku Enqere piştevaniya operasyonên Bakûyê li Qerebaxê dike.

Zekî Agturk, Şêwirmendê ragihandin û peywendiyên giştî yê Wezareta Berevaniya Tirkiyê di civîneke rojnamevaniyê de derbarê operasyonên Komara Azerbaycanê li Qerebaxê de got: Em piştgiriyê didin kiryarên Bakûyê ji bo parastina yekparçeyiya axa  wê.

 

Serepeyv