Îlon 04, 2023 08:04 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevaniyê yê Ukraynê hat wêdebirin

Şeva Yekşemê Serokkomarê Ukraynê, Oleksî Reznîkov Wezîrê Berevaniyê yê vî welatî ji posta xwe wêde bir.

Vêlodîmîr Zêlênskî bi ragihandina vê yekê ku Wezîrê Berevaniyê yê Ukraynê  ji posta wî wêde biriye û vê heftiyê dê  ji parlemanê bixwaze ku Rostem Umerov  daynin dewsa Reznîkov.

Oleksî Reznikov roja Yekşemê gotibû ku Ukraynê soz daye ku çekên NATOyê dijî erdên Rûsiyê bikar neyne.

 Wî di dewama axaftina xwe de diyar kiribû  ku Ukrayn dê çekên ku NATO'yê  danê li erdên  fermî yên Rûsyê bi kar nayne, lê belê ev çek dê li nîvgirava Kirimê bên bikaranîn.

Zelenskî derbarê hegera wêdebirina wezîrê xwe yê berevaniyê de got: Ez bawer im pêwîstiya Wezareta Berevaniya Ukraynayê bi nêrîn û çarçoveyên nû heye. Biryara Zelenskî nîşana guhertinên herî mezin di Teşkîlata  leşkerî ya Ukraynê de piştî destpêbûna şer di Sibata 2022 an e. 

 

Serepeyv