Îlon 01, 2023 09:20 Asia/Tehran
  • Rûsyayê derbarê xetera diyarbûna vîrûsên nû yên labratowarî hişyarî da

Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsyayê li ser xetera diyrbûna vîrûsên nû yên labratowarî hişyarî da,.

Dmîtrî Mevedev Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsyayê got:  Dibe ku vîrûsên nû yên ne tenê xwezayê, belkî bi jêderka çêkirî û labratowarî li cîhanê belav bibin.

Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsyayê tevî amajeya bi vêya ku pentagonê bi dehan labratowar û navendên pisporî biyolojîk li seranserî welatên parçebûyî ji Yekîtiya Suviyeta berê damezirasndine, got: Rûsya weke gellek welatên din ji nêzik va çavdêriyê li ser tiştê ku di vî warî da pêk tê, dike.

Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsyayê her wiha nîgeraniyên Moskowê debarê çalakiyên biyo-leşkerî yên Amerîkayê li welatên parçebûyî ji Yekitiya Suviyeta berê bi bîr anîn û got: Tevî gotin û dilniyayîyên derbarê vêya ku tevahiya van çalakiyan tenê zanistî ne an jî bi armanca parastina refaha Êpîdêmîyolojîk a mirovan pêk tên, em dizanin ku ev îdia ne rast in û şehediyên biakranîna van çalakiyên dijmnane bo armancên leşkerî hatine bidestxistin.

Dmîtrî Medvedev di dewamê da daxwaza berçavgirtina herî zêde ya van cûre gefên derveyî û piştarstbûn ji amadetiya teknolojîkî ya Rûsyayê ji bo sekinîna li hemberî diyarbûn û berfirehbûna her cûre lewitîn û gemariya nû kir û tekez kir: Dewleta Rûsyayê rêbaza xwe ya projeya dahênanê ya herî girîng di warê sekinîna li hemberî belavbûna vîrûsên nû yên xwezayî û labratowarî di asta girîngiya neteweyî da amade kiriye.

 

 

Serepeyv