Tebax 28, 2023 08:02 Asia/Tehran
  • Xwenîşandan li dijî Fransayê li Nîcerê

Li Nîcerê xwenîşandana li dijî Fransayê li nêzî meqera leşkerî ya Fransayê hat lidarxistin.​

 

Roja Yekşemê bi hezaran welatiyên Nîcêrê li nêzîkî meqera leşkerî ya Fransayê li Niyamêya paytexta Nîcerê kom bûn û li dijî destwerdana Fransaya di karûbarên navxweyî yên Nîcerê de xwenîşandan kirin û bi hin sloganan daxwaza derketina balyozê Fransayê û leşkerên vî weltî ji Nîcêrê kirin.

Ev xwenîşandan piştî wê hat lidarxistin ku Fransa li dijî daxwaza hikûmeta leşkerî ya Nîcerê derheq derketina balyozê Fransayê ji Niyameyê derket.

Nakokiya di navbera Fransa û Nîcerê de, di van du rojên dawî de gurrtir bûye.

Encûmena neteweyî ya parastina welêt li Nîcerê ku piştî wêdebirina serokomarê berê yê vî welatî hatiye ser desthilatê, 48 sietan dem dabû balyozê Fransayê ku ji axa Nîcerê derkeve. Lê Fransayê ragihand ku hikûmeta leşkerî ya Nîcerê ev desthilata tine ku daxwaza derketina  balyozê Fransayê bike û ev daxwaz tenê ji aliyê berpirsên hikûmeta berê ya Nîcerê ve dikare bê kirin.

Piştî derbeya li Nîcerê, Parîsê daxwaza vegerandina Mihemed Bazûm serokomarê wêdebirî yê vî welatî kir û tekez kir ku ew dê piştgiriyê bidin hewildanên Civata Aborî ya Rojavayê Afrîkayê ji bo ku  hikûmeta leşkerî ya Nîcerê sernixûn bikin.

 

منبع خبر

Serepeyv