Tebax 25, 2023 17:35 Asia/Tehran
  • Neteweyên Yekbûyî derbarê xetera karesata mirovî li Sûdanê hişyarî da

Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY di Karûbarên Mirovheziyê de got ku pevçûnên li Sûdanê renge tevayî navçê ber bi karesateke însanî ve bikşîne.

Martin Grifits, Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY di  Karûbarên Mirovheziyê de got ku şer û birçîbûn Sûdanê ber bi kavilibûna tam û tekûz ve dikşînin.

Martin Grifits got, li Sûdanê bi sedan zarok bi xetera mirin û kêmxwarinê re rûbirû bûne.

Di eynî demê de, çavkaniyên nûçeyan îro îniyê ragihandin ku li bajarên Xartûm û Om Durman ên Sûdanê di navbera artêş û hêzên Berteka lezgîn de pevçûnên giran dreketine.

Martin Grifîts roja Çarşemê jî nîgeraniya xwe derbarê dubarebûna şer û pevçûnan li Sûdanê da diyarkirin û hişyarî da ku hevgavê xelasbûna xwarinê li vî welatê şerlêxistî, rêyên alîkariyê jî hatine girêdan.

Wî ji aliyên têkildar xwest ku bila pevçûnan rawestînin û bihêlin alîkarî bêne şandin.

 

منبع خبر

Serepeyv