Berdewamiya şerxwaziya rojavayê li Ukraynê/ Almanya pakêteke nû ya çek û sîlehan dişîne Ukraynê
Di dewama şerxwaziya rojava li şerê Ukraynê de, Almanyayê pakêteke nû ya çek û sîlehan da Ukraynê ku beşek ji wê, mûşekên sîstema berevaniya Patriot, xwefirên keşfê û bi dehan milyon gulle ne.
Hikûmeta Almanya roja Pêncşemê ragihand ku di vê pakêta nû de ku dane Ukraynê, trimbêlên zirxî, sîstema berevaniyê, topxane, alavên endezyariya leşkerî û alavên taybet ên parastinê hebûne.
Di pakêta nû de sîstema berevaniya mûşekî ya Patriot û mûşekên wê" de, 8 sîstemên nû yên keşfkirina xwefiran û 40xwefirên keşfê yên Hydran RQ-35 dane Ukraynê.
Di vê pakêta çekan de her wiha 31 milyon gulleyên biçûk jî dane Ukraynê.
Sercem alîkariya çek û sîlehî û û ewlehiyê ya Almanyayê bo Ukraynê di sala 2022an bayê nêzîkî 2.17 milyar dolarî bû ku îsal gihîştiye 5.85 milyar dolarî.
Rayedarên rûsî û hin pispor û medyayên rojavayî, şerê Ukraynê weke şerê wekaletê di navbera rojava û Rûsyayê de dane zanîn.