Tebax 25, 2023 08:28 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa xwefirên Rûsiyê de bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndarkirin

Di encama êrişa xwefirên Rûsiyê bo ser parêzgehên Idlib û Hama li Sûriyê , bi dehan terorîstên biyanî hatin kuştin û an birîndarkirin.

Çavkaniyeke agehdar ragihand ku îro pêncşemê komeke xwefirên rûsî çeper û baregehên koma têrorîst a Hizba Îslamî ya Turkistanê li mêhwera Cisr El-Şexûr li parêzgeha Idlibê û Sehl El-Gabê li parêzgeha Hemaya Sûriyê  bombebaran kirin.

Vê çavkaniya agehdar her wiha ragihand: Di encama van êrişan de, herîkêm 25 terorîstên biyanî hatin kuştin an birîndarkirin û  ku hejmarek serkirdeyên  terorîstan jî di nav kuştiyan de hene.

Vê çavkaniyê eşkere kir: Li gor agahiyan terorîst xwe bi bi xwefir û mûşekan amade dikin ku êrişî ser çeperên artêşa Sûriyê bikin.

Terorîstên Çînî tev terorîstên Çeçenî û Ozbek roleke girîng di bidestxistina kontrola bakur rojavayê Sûriyê de hebûne.

 

Serepeyv