Tebax 21, 2023 19:47 Asia/Tehran
  • Îbtalkirina zêdetirî 1000 fiînan li Amerîkayê ji ber bagera giran

Bi dû bagera Giran a Hîlariyê ku rojavaya Amerîkayê girt ber xwe, zêdetirî hezar geştên esmanî di rojên dawiya heftiyê li vî welatî hatin îbtalkirin.

 

 Li gorî lêzanînên malpera radûkirina firînan li Amerîkayê, herîkêm  hezar û 48 geştên esmanî yên vî welatî ji ber vê bagerê hatine îbtalkirin.

 Ser vê esasê, ji nav van hezar û 48 geştên esmanî, 170 geştên esmanî li firokexaneya  navneteweyî ya  Harî Rîdê, 120 geştên esmanî li firokexaneya  Sên Diyêgo û 66 geştên esmanî li firokexaneya  Fonîksê hatine îbtalkirin.

 Di vê malperê hatiye, herîkêm 4 hezar û 771 geştên esmanî jî ji ber gefên  vê bahozê mane derengiyê.

 Duh Navenda neteweyî ya Bahozê li Amerîkayê ragihand ku  Bagera Hîlarî bi lez be bi nîvgrava Baxayê ya Kalîforniyayê Mekzîkê li başûr rojavaya  Amerîkayê va diçe  û navçe rastî baranên guj û rabûna lehiyê kiriye.

 

Serepeyv