Tebax 18, 2023 15:38 Asia/Tehran
  • Meşq û tetbîqata deryayî ya Çîn û Rûsyayê Li Oqyanûsa Pasîfîkê

Paporên Rûsî û Çînî li Oqyanûsa Pasîfîkê dest bi gereçavdêriya hevpar kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku paporên hêzên deryayî yên Rûsiye û Çînê tetbîqatên gereçavdêriyê yên hevpar bo ardûlêdanê û hilgirtina kelûpelan li oqyanûsa pasîfîkê, cih anîn.

Paporên  çînî û rûsî dest bi gereçavdêriyan kirine û ji destpêka gereçavdêriyên xwe ve, 6 hezar û 400 mayla deryayê derbas kirine.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand: Di vê midehê de melevanên her du welatan, tetbîqatên di bin avê pêk anîn, êrişên hewayî yên dijmin pûç kirin, proveyên rizgarkirin yên deryayî cih anîn û karê xurtkirina rabûn û rûniştina helîkopteran li ser paporan kirin.

Armanca vê meşq û tetbîqata hevpar, xurtkirina hevkariyên leşkerî di navbera Rûsiye û Çînê de û parastina aştî û aramiyê li herêma Asya û Oqyansûa Pasîfîkê û çavdêriya rêyên avê û piştgiriya ji xebatên aborî yên deryayî  ên Rûsiye û Çînê bû.

Serepeyv