Tebax 18, 2023 10:29 Asia/Tehran
  • Dewama gefa eskerî dijî Nîcêrê

Serokerkanên hevpar ên Welatên Rojavayê Efrîqayê dê roja Pêncşemê li Akraya paytexta Genayê bicivin da ku li ser destwerdana leşkerî ya muhtemel li Nîcerê hewahengiyê bikin.

Serokerkanên hevpar ên Welatên Rojavayê Efrîqayê roja pênşemiyêê li Accra, paytexta Genayê, ji bo hevahengiyê li ser destwerdana leşkerî ya muhtemel li Nîjerê civiyan, di heman demê de, çavkaniyên bawerpêkirî dibêjin ku Yekîtiya Afrîqa li dijî her kiryarek leşkerî li Nîcerê, piştî derbeyê meha derbasbûyî ye, û heta li Di naveroka  wê de jî derbarê vê kiryarê bêtifaqî hene.Anne Liz Bernard, pispora serbixwe ya

mijarên Afrîqaya Rojava, dibêje, "Nîcer çepera dawiyê ya aramiyê li navçeya Sahêlê bû, ku ne tenê Amerîkayê , belkî gelek welatên rojavayî jî têde sermayeguzarî kirin.Piştî bidesthilatbûna hakimiyetên eskerî yên nû li Burkinafaso û Maliyê, Nîcer tenhaê welateke navçeya Sahêlê bû ku ji wir  îmkana  bicuihbûna hêêzn biyanî bo operasyonên li dijî DAIŞ û El-Qaîde pêk dihat.

Francayê piştî ku leşkerên xwe ji Burkînafaso û Maliyê derxistin, hîna jî bi hezar û 500 leşkerên  xwe li Nîcerê ye.

Amerîkayê jî  hezar leşker li meqera 101ê a li nêzî balafirgeha navneteweyî ya Nîameya paytexta Nîcerê hene.Her wiha  Amerîkayê li navçeya Agadezê meqereke xwefiran heye, ku meqera sereke ya Pentagonê tê hesabê. Eva alozî û di heman demê de girîngiya liv û tevgerên li dijî  Nîcêrê bi bîr tînin, ku armanca wan vegerandina  Mihemed Bazûm  boser desthilatê ye ku wek serokkomarê  nêzîk bi Rojavayê tê nirxandin. Hevgavê van tevgeran, li Nîcerê jîyana asayî berdewam e û raya giştî piştgirîya desthilata leşkerî ya nû dike.Tevgera leşkerî dijî Nîcerê, bêyî çirayê kesk ya NY, Yekîtiya Efrîqa û bi taybet dijberiya  raya giştî ya welatên rojavaya Efrîqayê bi hesasiyet û tevliheviyeke zaf re rûbirû bûye.

 

 

Serepeyv