Tebax 18, 2023 08:02 Asia/Tehran
  • Destêwerdanên NATOyê di şerê Ukryanê de didomin

Sekreterê Giştî yê NATOyê di dewama destêwerdanên vê hevpeymaniya eskerî di şerê Ukraynê de, derbarê dewama piştgiriya NATOyê ji vî welatî bi mehneya şerê Ukraynê agahî da.

 

Yêns Stoltênberg di dewama  destêwerdanê vê hevpeymaniya eskerî di şerê Ukraynê de, got: Piştgiriya NATOyê ji vî welatî bi mehneya şerê Ukryanê heta dawiya vî şerê dê bidome.

Sekreterê Giştî yê NATOyê debarê dije êrişên Ukryanê jî îdia kir: Ukraynî di halê pêşketinê de ne lê gelek şik û guman hene.

Şerê Ukryanê bi hemî dûhatên xwe yên siyasî, eskerî, aborî, civakî û heta  çandî, meha xwe ya 18 an derbas dike û şandina çek û sîlehên welatên rojavayî bo Ukraynê hema wisa didome.

 elatên ewrûpî û rojavayî bi taybet Amerîka bi zext boykotan dijî federasyona  Rûsiyê û şandina çekên sivik û giran bo Kiyêvê, ne tenê pêngavek bona kutakirina şerê Ukryanê ranekirin belkî ev pevçûn gurtir jî kirin.

 Rayedarên ûris û hinek karzan û medyayên rojavayî, şerê Ukraynê şerê bi wekalet di navbera rojavayê û Rûsiyê bi nav kirine.

 

Serepeyv