Tebax 17, 2023 16:42 Asia/Tehran
  • Zêdebûna hejmara qurbaniyên şewata li daristanên Eyaleta Hawayîyê

Hejmara qurbaniyên ji ber şewata li daristanên Eyaleta Hawayîyê ya Amerîkayê zêde bûye.

Caş Grîn Fermandarê  Eyaleta Hawayîyê ya Amerîkayê ragihand ku hejmara qurbaniyên şewatên vê dawiyê li daristanên bajarê Lahaynayê li Girava Maûyîyê ya vê parêzgehê gihîştiye 110 kesî.

Li gorî gotiona Fermandarê Eyaleta Hawayîyê ya Amerîkayê, îhtimala zêdebûna qurbaniyên şewatên daristanan li Eyaleta Hawayîyê ya Amerîkayê gelekî zêde ye û li pey vê bûyerê elektrîka 2 hezar kesî hema wisa qut bûye.

Şewatên daristanan li Eyaleta Hawayîyê ya Amerîkayê ji Sêşemiya hefteya pêş va dest pê bû û hatina bayê tund jî ew gurrtir kir. Vê şewatê bajarê Lahaynayê dorpêç kiriye û hinek welatî li nav kolanan asê mane û hinekan jî xwe avêtine nav avên oqyanûsê.

Joe Biden Serokkomarê Amerîkayê roja Pêncşemiyê şewata daristanên Hawayîyê wek karesateke mezin zanî û fermana raberkirina alîkariyên federal da.

Ev di rewşekê da ye ku hin karzanan şik û gumanan derbarê bêşiyaniya rayedarên amerîkî di kontrolkirina qeyrana şewatê li Eyaleta Hawayîyê ya Amerîkayê hilêdixin û hişyarkirina dereng a niştecihên girava Hawayîyê wek hokara sereke ya zêdebûna goriyan dizanin.

 

Serepeyv