Tebax 16, 2023 18:35 Asia/Tehran
  • Şeş miliyon kes li Sûdanê di bereberê xela û birçîtiyê da ne

Komîsaryaya Bilind a Karûbarên Penaberan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku şeş miliyon kes li Sûdanê li ber xetera xelayê ne.

Komîsaryaya Bilind a Karûbarên Penaberan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyekê ragihand, Zêdetirî 14 miliyon zarokî hewcetî bi alîkariyên însandostane hene. Divê civaka navneteweyî ji bo bidawîanîna şêrr li Sûdanê bikeve tevgerê.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê jî ragihand: Ji destpêka pevçûnên navbera hêzên Artêşê û Hêzên Berteka Lezgîn li Sûdanê zêdetirî miliyonek welat6î ji Sûdanê reviyane welatên derdorê.

NY'yê hişyarî daye ku bi miliyonan kes li Sûdanê tûşî kêmasiya madeyên xwariniyê bûne û hinekên wan ji ber nebûna xizmetên bijîşkî canê xwe ji dest didin.

Êlîzabêt Trosel Berdevka Komîsaryaya Bilind a Karûbarên Penaberan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: Meytên gellek kuştiyan hîn nehatiyen definkirin. Her wiha li gorî gotina berpirsên Rêveberiya Elektrîkê ya Sûdanê elektrîka gellek navçeyan ji roja Yekşemiyê va hatiye qutkirin.

Tevî ragihandina çend qonaxan agirbesê û hewldanên aliyên navçeyî û navnetweyî û di serê wan da Erebistana Seûdî û Amerîkayê, ev pevçûn hema wisa didomin û derbasî meha 5an dibin.

 

Serepeyv