Tebax 16, 2023 18:34 Asia/Tehran
  • Trump wê dema desteserkirinê bikeve ber lêgerîna bedenî

Polîsê Eyaleta Corciyayê ya Amerîkayê ragihand, Donald Trump Serokkomarê berê yê Amerîkayê û tawanbarên din ên dosyeya hewldana ji bo betalkirina encamên hilbijartina 2020î, dê bi awayê fermî werin desteserkirin û şopa tiliyên wan were tomarkirin.

Polîsê Eyaleta Corciyayê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand, Tevahiya tawanbaran divê bi awayekî xwebexşane xwe radestî zîndana nav=çeya faltonê bikin û li wir bi fermî werin desteserkirin.

Polîsê Eyaleta Corciyayê ya Amerîkayê ragihand, Çaverêtî heye tevahiya 19 tawanbarên navbirî di vê dozê da li gorî destûrkara Ofîsa Dozgeriyê ya navçeyê û dadwerê tayînkirî ji bo dosyeyê, li zîndana Rays Strîtê amade bibin.

Trump wek berendamekî Partiya Komarxwazan di Hilbijartina Serokkomartiyê ya 2024an da rastî tawanên week komploya ji bo xapandina gel, hewldana ji bo pêşîgirtin li kiryara KOngreyê ya piştrastkirina serkeftina Joe Biden û jêstandina mafên dengdêran hatiye.

Ev di rewşekê da ye ku li gorî rapirsînên pêkhatî, tevî hilêxistina gellek tawanên cezayê li dijî Trump, ew hema wisa berendamê pêşeng ê Partiya Komarxwazan ji bo Hilbijartina 2024an e.

 

Serepeyv