Ji destpêka şêr heta niha 8 hezarzrokên yemenî canê xwe ji dest dane
Wezîrê mafên Mirovan li Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: Ji destpêka şerê hevalbendiya Seûdî-îmartaî dijî Yemenê heta niha, di encama êrişên rasterast ên hêzên vê hevalbendiyê, 8 hezar zarokên yemenî canê xwe ji dest dane.
Elî El-Deylemî, Wezîrê Mafên Mirovan li Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê li Senayê got: Hevalbendiya Seûdî tim cinayetên xwe dijî zarokên yemenî didomîne.
El-Deylemî bal kişand ser vê yekê ku kuştina rasterast û nerastrast ên zarokên yemenî tim didome û destnîşan kir: Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî tu karek bo zarokên Yemenê nekirine û ev meseleya bûye sedem ev sazî bên riswarkirin.
Erebistanê ji Adara 2015an va bi piştgiriya Amerîka, Îmarat û çend welatên din dest bi êrişa eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina vî welatî ji erd û esman û deryayê va kiriye.
Di encama şerxwzaiya Erebistan û hevpeymanên wê li Yemenê bi sedan hezar yemenî hatine kuştin û birîndar bûne û zêdetirî 4 milyon kes aware bûne.