Tebax 07, 2023 17:35 Asia/Tehran
  • Şertên Rûsiyê bo aşitiya bi Ukraynê re

 Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê her cure oltîmatoma Ukraynê bo Rûsiyê red kir û hinek şert û merc bo aşitiya mayînde bi Ukraynê re xistin rojevê.

 

Marya Zaxarova, Berdevka Wezareta karên Derve ya Rûsiyê, îro derbarê pêş şertên aşitiya bi Ukraynê re ragihand: Divê rastiya derbarê navçeyên nû ku di encama  viyana  rûniştiyên navçeyên nû yên Rûsiyê bo kivşkirina çarenivîsa xwe pêk hatiye û li gor  manîfesta NY ye, bi femî were naskirin.

Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê  her wiha got: Rawestandina şêr li Ukraynê tenê wextekê dikare serê xwe bigre ku Kiyêv dest ji dijminatî û êrişên terorîstî berde û welatên rojavayî jî şandina çek û sîlehan bo Ukraynê bi mehneya şêr li vî welatî rawestînin.

 Marya Zaxarova he wiha teqez kir: Rûsiye her tim pêşewsziyê dike ji rêçareya dîplomatîk bo qeyrana Ukraynê û made ye bersiva pêşniayrên cidî bide.

Hevgav, Balyoz û Nunerê Dayimî yê Rûsiyê li Rêxisinên Navneteweyî li Viyenê , civîna navneteweyî ya Cedeyê bona rawestandina şêr li Ukraynê rexne kir.

 Mîxayîl Olyanov, Balyoz û Nunerê Dayimî yê Rûsiyê li NY îro venexwandina Mokowê bo civîna navneteweyî ya Cedeyê bona rawestandina şêr li Ukraynê rexne kir û ev kiryareke  nemaqûl da zanîn û got: Civîna  navneteweyî ya Cedeyê bona rawesatndina şerê li Ukraynê gelek ji hewldanên  rastîn û cidî bona aşitiyê dûr bû, ji ber ku Rûsiye ku rola sereke di vî warî de hebû, bo vê civînê nehatibû vexwendin û lidarxistina  vê civînê qet maqûl nebû.

 Pêştir Sergeyî Riyabkov, Alîkarê Wezîrê karên derve yê Rûsiyê duh yekşemiyê tevî rexnekirina civîna navneteweuyî ya Cedyê hewildana pûç a welatên rojavayî bona piştgiriya ji Ukraynê, sefeberiya civaka cîhanî dijî Rûsiyê û zêdetirkiria alîgirên Ukraynê bi mehneya şerê li vî welatî nirxand.

 Li gor nûçeyeke din, Rûsiyê ragihand ku êrişa bi xwefiran  ser bajarê Kalogayê li rojavaya vî welatî ji aliyê sîstemên berevaniya artêşê va hat bêencamkirin.

 Qayîmmeqamê navçeya  Firzîkofskî li rojavay Rûsiyê di daxûayniyekê de ragihand: Sîstema  Berevaniya hewayî ya Rûsiyê îro xwefirek li esmanê bajarê Klogayê têk bir.

 Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê jî vê dawiyê ragihand ku  êrişa bi xwefiran a   Ukraynê ser Moskowê bi têkbirina xwefirekê li bajarê Podolskê li vê parêzgeha Rûsiyê hat bêencamkirin.

 

 

Serepeyv