Dewama şewata berfireh li daristanên Ewrûpayê
Tebax 07, 2023 16:22 Asia/Tehran
Di encama şewatên berfireh ên nû li Îspanya û Portiqalê bi hezaran donim ji daristanên van welatan ji nav çûn.
Ji ber şewaên berfireh di encama germaya giran, îsal havînê jî mîna par piraniya welatên ewrûpî rastî şewatê hatin û ziyaneke zêde li wan ket.
kaviliyên şewatê ku heta roja yekşemiyê jî dewam dikir, 6200 donim darsiatnên rojavaya Portiqalê ji nav bir, yanê bi qasî 9000 erdên fûtbolê.
Li gor vê raporê, di encama van şewatan, 6 kes birîndar bûne û çend gund jî ji ber gefa guriyên agir hatine valakirin.
Nêzîkî 1100 hêzên ûrjansê li himber guriyên agirê ku ji roja îniyê va li navçeyên Kastlo, Branko û Proênsayê ya Porteqalê qewimîbû, rawestan.
Li Portiqalê her wiha çendîn şewatên biçûktir ji li daristana qewmîne.