Tebax 07, 2023 16:04 Asia/Tehran
  • Hilkolandina peywedniyên Îran û Japonyayê di hevdîtina Wezîrê karên Derve bi rayedarên Japonyayê re

Wezîrê karên Derve yê Îranê û Serokwezîrê japonyayê li Tokyoyê hevdîtin û gotûbêj pêk anîn.

 

Huseyn Emîr Ebdulahiyan, Wezîrê karên Derve yê Îranê di dewama sefera xwe ya Japonyayê tev Fomyo Kîşîda, Serokwezîrê Japonyayê hevdîtin pêk anî û di vê hevdîtinê de derbarê meselên cubicur û hevkariyên  dualî behs û gotûbêj kirin. 

 Pêştir  Huseyn Emîr Ebdulahiyan tev Yoşîmasa Hayaşî Wezîrê karên Derve  û Katsonobo Kato, Wezîrê Tendrsutiyê, kar û tenahiya civakî yê Japonyayê hevdîtin pêk anîbû û derbarê peywendiyên dualî, meselên navçeyî û alûgurên navneteweyî gotûbêj kiribû. 

 Sefera Wezîrê karên Derve yê Îranê ya Tokyoyê hevgavê salvegera bombebarana atomî ya Hîroşîmayê û Nakazakî di sala 1945 ji aliyê Amerîkayê ku bû sedema karesateke berfireh li van du bajaran, cih tê. 

 Wezîrê karên Derve yê Komara îslamî ya Îranê li sefera Japonyayê her wiha bi wezîrê karên Derve û Wezîrê Tendrsutî, kar û tenahiya civakî ya vî weatî jî cida hevdîtin pêk anî û derbarê mijarên li gor elaqetên her du aliyan gotûbêj kir. 

 Emîr Ebdulahiyan her wiha di dewama hevdîtinên xwe yên dîplomatîk tev Yoşîmasa, Hayaşî, Wezîrê karên Derve  yê Japonyayê gotûbêj kir. 

 

 

Serepeyv