Tebax 02, 2023 17:34 Asia/Tehran
  • Moskowa: Şêwazên terorîstî yên Ukraynê lihevkirina aştiyê bi paş da davêjin

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê sûdwergirtina rejîma Kiyêvê ji rêbzên terorîstî wek hokara gurrbûna qeyrana Ukraynê û paşdaketina Lihevkirina Aştiyê zanî.

mariya Zaxarova Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê roja Çarşemiyê tevî amajeya bi êrîşên vê dawiyê ser axa Rûsyayê, got: Sûdwergirtina berdewam a vê dawiyê ya Ukraynê ji şêwazên terorîstî pirranî ji ber têkçûna aşkira ya hewldanên dije-êrîşê yên hêzên artêşa Ukraynê ye.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê got: Şêwazên terorîstî yên Kiyêvê qeyrana Ukraynê gurrtir dikin û çareserkirina wê paşûda davêjin.

Di dewama êrîşên vê dawiyê yên dijî Rûsyayê da, roja Sêîşemiyê avahiyeke bilind li navçeya bazirganî ya Moskowayê ku sê wezaretxaneyên dewletê tê da ne, bo cara duyem ketin ber êrîşa bi xwefirran; Êrîşên ku Rûsya wek hewldana Ukraynê ji bo pêkanîna êrîşa terorîstî dizane.

Zaxarovayê her wiha got: Diyar e ku çek û alavên ku piştevanên rojavayî didin ber destê Ukraynê, pirranî ji bo êrîşên terorîstî tên bikaranîn ku wan dike hevparê rasterast ê tevahiya van cinayetan.

Di vî halî da, Dmîtrî Polyanskî Cîgirê Nûnerê hertimî yê Rûsyayê li NY'yê got: Kiyêv çek û alavên leşkerî yên rojavayî ji bo pêkanîna kiryarên terorîstî bi kar tîne û ji ber vê yekê, rojava berpirsa kiryarên terorîstî yên Ukraynêye.

Wî got: Bêyî piştevaniya rêxistinkirî ya leşkerî û darayî ya welatên rojavayî û di serî da Amerîkayê, maşîna terorîstî ya Ukraynê dê gelekî zûtir bihata jinavbirin.

Moskowa ji destpêka Gulanê va, dema ku Kremlîn bi du xwefirran ket ber êrîşê, bi caran ketiye ber êrîşê.

Ev êrîşî ji aliyê saziyên navneteweyî va ji wan Sekreterê Giştî yê NY'yê va hatine şermezarkirin.

Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê NY'yê jî ev êrîş şermezar kirin û daxwaza bidawîanîna her cûre êrîşa ser binkeyên ne-leşkerî kir.

Pêştir Dmîtrî Peskov Berdevkê Kremlînê ragihand, Ukrayn ji ber bêhêvîbûna ji têkçûnên xwe di qada şêrr da, êrîşên terorîstî ser Moskowayê û armancên din ên ne-leşkerî li Sûriyê pêk tîne.

Êrîşên Ukraynê ser axa Sûriyê di rewşekê da pêk tên ku dije-êrîşên Kiyêvê ku demeke dirêj propagdnaya wan dihat kirin û çaverêtiyeke zehf li gorî alîkariyên leşkerî yên welatên rojavayî ji wê hebû, serkeftî nebûne.

Ukrayn ji bilî êrîşên bi xwefirran, muhîmatên xûşî jî di şerê dijî Rûsyayê da bi kar tîne.

 

Serepeyv