Tîrmeh 31, 2023 16:36 Asia/Tehran
  • Gefa Zêlênskî derheq pekandina şêr nav Rûsiyê û berteka Moskowê

Serokkomarê Ukraynê piştî êrişa bi xwefiran ser navçeyeke ticarî ya Rûsiyê li Moskowê got: Şêr wa diçe ku derbasî nav Rûsiyê û navendên istrateîk û meqerên wê yên eskerî bibe.

 

 Serokkomarê Ukraynê di axiftina xwe ya rojane de got: Şer hêdî hêdî dighêje nav axa Rûsiye, navendên sembolîk û meqerên wê yên eskerî û ev demajoya bêveger, tam normal û dadmendane ye.

 Zêlênskî şerxwaziya welatê xwe wiha pîne kir û îdia kir:

 Ukrayn di halê bihêzbûnê ye.

Rûsiyê siba yekşemiyê ragihand: Xwefirên Ukraynê şeva derbasbûyî êrişî Moskowê kirin. Sê rojan berî niha jî Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê derbarê bêencamkirina êrişa hewayî ya Kiyêfê  ya bi şev ser hin navendên li Moskowê bi xwefiran agahî dabû ragihandibû ku ev êriş bêencam ma.

 Di destpêka vê mehê jî, pênc xwefirên ukraynî ji esmanê Moskowê jorde ketbûn.

Heftiyek berî niha jî Şaredarê Moskowê derbarê êrişa Ukraynê bi du xwefiran agahî dabû ku bi şerê saybêrî rastî pirsgirêkê hat û di dawiyê de jî li hinek avahiyan  girtin û jorde ketin.

 Êrişên Ukaynê bi xwefiran ser Moskowê nîşana  viyana  rayedarên pilebilind ên Kiyêfê ye bona ku şêr bikşînin nav Rûsiy û bi taybet navçeyên istratejîk ên siyasî, aborî û eskerî yên vî welatî.

 Helbet beşeke giring  ji êrişan jî ser nîvgrava Kêrîmê bi taybet pireya Kêrîmê  cih hatine ku ku  axa Rûsiyê dizeliqîne vê navçeyê

Armanca sereke ya Ukraynê ji van êrişan, ewilî, pêkanîna şerê rewanî dijî Rûsiyê bi çêkirina tirs şû xofê di nava xelkê vî welatî û nîşandayîna  teima şêr bo wan û di dawiyê de jî, pêkanîna  zext û zorên siyasî û civakî nav Rûsiyê û zêdekirina dijberiyên li himber dewama şerê Rûsiyê û Ukraynê ye.

Hevgav Dîmîtrî Mêdvêdêv, Cîgirê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsiyê, roja yekşemiyê derbarê hitmala bikaranîan çekên navokî ji aliyê Rûsiyê  ve agahî da û ragihand: Ger hêzên ukraynî bi piştgiriya NATOyê kontrola beşek ji axa Rûsiyê bixin destê xwe, emê neçar bibin çekên navokî bi kar bînin. 

 

Koşka  Kirimlînê ragihand niha rewş bo muzakireyên aşitiyê bi Ukraynê re amade nîne.

 Dîmîtrî Pêskof Berdevkê Koşka Kirîmlênê îro her wiha got ku  dije êrişên Ukraynê wisa ku jêre plan hatibû darêştin, encama xwe tinebûye û çavkaniyên NATOyê xisar bûne.

 Berdevkê Kirimlînê  teqez kir: Siyaseta Amerîkayê li himber Ukraynê dijî pîvanên navneteweyî ye û dê bibe sedem  derbe li ewlehiya  Ewrûpayê bikeve.

 

 

 

 

 

 

Serepeyv