Tîrmeh 28, 2023 11:08 Asia/Tehran
  •  Rapor | Pevçûnên di navbera Artêş û Hêzên Berteka Lezgîn li Sûdanê da didomin

Pevçûnên di navbera Artêş û Hêzên Berteka Lezgîn li Sûdanê da didomin.

Pevçûnên leşkerî li Sûdanê ji sibeha Şemiyê, 15ê Nîsanê navbera hêzên artêşê û Hêzên Berteka Lezgîn li ser desthilatê dest pê bûne.

Ev pevçûn hema wisa li başûrê Niyalayê, navenda Eyaleta Darfora Başûr didomin.

Li gorî vê raporê, Rewş li derdora taxên El-Mihendisîn û El-Fetîhabê li başûûrê bajarê "Em-Derman" gellekî nearam û aloz e.

Navcîtiyên navneteweyî ji bo bidawîanîna şêrr li Sûdanê û destpêbûna gotûbêjên navbera aliyên şêrr heta niha bê encam mane.

Li gorî nûçeyeke din, rapora herî nû ya Sindoqa Piştevaniya ji Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragiahnd ku herî kêm 435 zarokên bêguneh ên sûdanê di encama pevçûna navbera hêzên Artêşê û Hêzên Berteka Lezgîn da hatine kuştin.

UNICEF'ê ragihand, Ji ber pevçûnên navebra hêzên Artêşê û Hêzên Berteka Lezgîn herî kêm 435 zarok hatine kuştin û zêdetirî 2000 zarokî jî birîndar bûne.

Her wiha, Komîsaryaya Bilind a Karûbarên Penaberan a NY'yê jî ragihandiye ku nêzikî 300 zarokên sûdanî yên aware j ber tûşbûna bi Nexweşiya Sorikê û xwarina nebaş li parêzgeha Nîla Sipî canê xwe ji dest dane.

Hevdem digel gurrtirbûna pevçûnan li Sûdanê, çavkaniyên dîplomatîk li Ewropayê ragiahndin, Yekitîya Ewropayê (YE) boykotên xwe lin dijî vî welatî û aliyên siyasî û leşkerî li Sûdanê girantir dike.

Hewldanên Amerîka û Erebistanê ji bo navcîtiya li Sûdanê û rawestandina cengê lin vî welatî heta niha bê encam bûne.

 

Serepeyv