Tîrmeh 28, 2023 09:12 Asia/Tehran
  • Pûtîn: Êrîşa Ukraynê li Zaporîjîyayê tûşî şikestê hat

Serokkomarê Rûsyayê qala gurrbûna pevçûnên navbera hêzên çekdar ên vî welatî û Ukraynê li navçeya Zaporojîyayê kir û got: Êrîşa hêzên leşkerî yên Ukraynê li vê navçeyê serkeftî nebû.

Vladîmîr Pûtîn Pêncşemiyê di press konferansa li rex duyemîn Komcivîna Aborî û Mirovdostiyê ya Rûsya û Afrîqayê li Sen Peterzbûrgê da got: Ev êrîşa bersivdanê ya berfireh a Ukraynê di 4ê Tîrmehê da dest pê bû, lê hemî hewlên wan sernekeftî bûn û hêzên Ukraynê tevî gellek zirarên canî bo paşda hatin dehfdan.

Serokkomarê Rûsyayê her wiha got: Hejmara kuştiyên hêzên Ukraynê gellekî zêde û di derdora zêdetirî 200 kesî bû; Kuştiyên Rûsyayê jî hebûn, lê ciyawazî gellekî zehf e; Kuştiyên Rûsyayê carinan 10 qatî kêmtir ji yên Ukraynê ne.

Tevî propagandaya berfireh a NATO û welatên ewropî û amerîkî yên endamê vê rêxistinê derbarê şandina alîkariyên leşkerî yên berfireh bo Ukraynê, karzan bawer in ev çek hema bêje nikarin werin bikaranîn.

 

Serepeyv