Tîrmeh 26, 2023 17:28 Asia/Tehran
  • UNICEF: 435 zarok di 100 rojan şerê navxweyî li Sûdanê hatin kuştin

Sindoqa Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihan dku herî kêm 435 zarok di heyama 100 rojan şerê navxweyî li Sûdanê hatine kuştin û zêdeyî du hezar zarok jî birîndar bûne.

UNICEF'ê bi derxistina dxuyaniyeke fermî tevî ragihandina vê nûçeyê, qala 2500 babetên binpêkirina mafên zarokan di şerê Sûdanê da kir û ragihand ku 14 miliyon xortên sûdanî jî hewcedarê alîkariyê ne.

Ev di rewşekê da ye ku Komîsaryaya Bilind a Karûbarên Penabean a NY'yê ragihand derdora 300 zarokên aware yên sûdanî ji ber Hesbe anku taya Tîfoîdê û xwarimna nebaş li parêzgeha Nîlê canê xwe ji des t dane.

Her wiha bi dehan zarokên sûdanî yên tûşbûyî bi xwarina nebaş li nexweşxneyeke çolê ya di bin rêveberiya Saziya Pizîşkên Sînornenas li ser sînêr Çadê ketin bin venihêrînê.

 

Serepeyv