Tîrmeh 24, 2023 16:22 Asia/Tehran
  • Trump: Joe Biden Xêvik e!

Serokkomarê berê yê Amerîkayê tevî rexnegirtina tund li Joe Biden serokkomarê niha yê vî welatî ji ber aşkirakirna "Mijara bidawîhatina muhîmatên Artêşa Ukraynê", Bidenê 80 salî wek Xêvik û Ehmeq bi nav bir.

Biden destpêka vê mehê gotibû ku gulleyên 155 Mîlîmitr ên topxaneya Artêşa Ukraynê bi dawî dibin û ev cûreya çekan li Amerîkayê jî tine û vê mijarê bandor li biryara wî ya ji bo şandian bombeyên xûşî bo Ukraynê kiriye.

Donald Trump tevî amajeya bi van gotinan, got: me serokkomarek heye ku fam nake çi dike; mêrikê ku çend roj berê rawestiya û ji hemî cîhanê ra got ku me ti mihîmatek tineye.

Trump di dewamê da got: Min sê sal berê hemî depoyên muhîmatê ewqasî tijî kiribû ku êdî cihekî vala tê da tinebû. Niha me ew hemî ji dest dane.

Trump bi tundî xitabî Joe Biden, got: Bi rastî hûn lê bifikirin; kesek çiqasî dikare xêvik be ku gotineke wisa bike?!

 

Serepeyv