Tîrmeh 24, 2023 09:59 Asia/Tehran
  • Pûtîn: Lihevkirinameya Dexl û danê ji bo armancên mirovheziyê nedihat bikaranîn

Serokkomarê Rûsyayê di nivîsarekê da ragihand: Lihevkirinameya dexl û danê ji bo armancên mirovheziyê bi cih nedihat û tenê bi mebesta dewlemendkirina Ameîka û Ewropayê dihat bikaranîn.

Vladîmîr Pûtîn di nivîsarekê da bi sernavê "Rûsya û Afrîqa: Hevgirtina hewldanan ji bo aştiyê" ku li ser Malpera Kremlînê hatiye weşandin, nivîsî: Welatên Rojavayî aşkira wisa propaganda dikirin ku ev lihevkiriname nîşana niyeteke baş ser xêra Afrîqayê ye, lê di rastiyê da bi awayekî serşûrî tenê ji bo dewlemendkirina beşeke mezin a kompaniyên Amerîka û Ewropayê dihat bikaranîn ku dexl û dana Ewropayê hinarde dikirin û dîsan difirotin.

Serokkomarê Rûsyayê nivîsî: Li gorî vê lihevkirinameyê di heyama teqrîben salekê da bi giştî 32,8 miliyon ton dexl û dan ji Ukraynê hat hinardekirin ku zêde ji sedî 70 ya vê hinardekirinê bo welatên xwedan derhata zêde an xwedan derhata navîn heta zêde diçû; di halekî da ku welatên wekî Etyopî, Sûdan, Somalî, Yemen û Efxanstanê kêmtir ji sedî 3 ji vê hinardekirinê werdigiritin.

Pûtîn he wiha got: Di rastiyê da ti yek ji xalên vê lihevkirinameyê ku têkildarî miafbûna hinardekirina dexl û dan û "Gûbre" anku Kûda Rûsyayê ji boykotan bû, bi cih nehat.

Hevdem Wezareta Berevaniyêya Rûsyayê bi daxuyaniyekê qala pûçkirina êrîşa bi xwefirran a Ukraynê li Moskowaya paytexta vî welatî kir.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand: Berbanga Duşemiyê du xwefirrên ukraynî bi bikranîna çekên elektronîkî hatin jordaxistin.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Ev êrîşa bi xwefirran nebûye sebeba pêkhatina ziyan an jî xisareke ciddî.

Di vî warî da Sergey Sobyanîn Şaredarê Moskowayê ragihand: Derdroa saet 4ê beyanî li gorî dema xwecihî êrîşa bi xwefirran li dijî du avahiyên bê-niştecih pêk hat.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî got: Amerîka bi şandina muhîmata xûşî bo Ukraynê bi behaneya şêrr li vî welatî, pişkdara cinayeta nû ya Ukraynê ya kuştina nûçegihanê ûris e.

Marîya Zaxarovayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Amerîka û Ukrayn ku sebebkarên kuştina Rûstîslav Joravlov, nûçegihanê ûris in, bi neçarî dê tûşî cezayê bên.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê roja Şemiyê ragihand ku Rûstîslav Joravlov nûçegihanê warê berevaniyê yê Ajansa RIA Novosti'yê ya vî welatî ji ber êrîşên bersivdanê yên Ukraynê bi muhîmatên xûşî yên Amerîkayê li navçeya Zaprojîyayê hat kuştin û sê nûçegihanên ên Rûsyayê jî birîndar bûn.

Serepeyv