Tîrmeh 21, 2023 17:12 Asia/Tehran
  • Azerbaycan û Ermenistanê ji bo lidarxistina civînên diyarkirina sînoran li hev kirin

Rayedarên Bakû û Yêrîvanê ji bo lidarxistina civînên operasyonî yên Komîsyonên Diyarkirina Sînorên du welatan li hev kirin.

Mihêr Grîgoriyan Alîkarê Serokwezîrê Ermenistanê ragihand, Li gorî lihevkirina dualî digel Komara Azerbaycanê biryar hat dayîn ku civînên diyarkirina sînoran li navçeyên sînorî yên cûrbicûr bên lidarxistin.

Di çaremîn hevdîtina Şahîn Mistefayov Alîkarê Serokwezîrê Azerbaycanê digel Mhêr Grogoriyan hevpêşeyê wî yê ermenî da ku derdora 10 roj berê hat lidarxistin, du aliyan ev mjar hilkolandin.

Şerê li ser navçeya Qerebaxê di 9ê Mijdara 2020î bi îmzekirina lihevkirinameya agirbesê navbera Serokwezîrê Ermenistanê, Serokkomarê Komara Azarbaycanê û Serokkomarê Rûsyayê wek navcî bi dawî bû.

Lê tevî girêdana lihevkirina agirbesê û lidarxistina gotûbêjên di astên cûrbicûr navbera du welatan, hertim şer û pevçûn li sînorên du welatan diqewimin.

Diyarkirina sînoran, gotûbêja li ser şêwaza têkiliya ermeniyên niştecihê navenda Qerebaxa Çiyayî (bajarê Xankendî û gundên derdorê) digel Ermenistanê û îcadkirina rêyan ji wan Korîdora Zengezor û Laçînê ji miajrên kêşeliser ji bo îmzekirina Peymana Aştiyê û asayîkirina peywendiyan di heyama 2.5 salên derbasbûyî da bûne.

 

Serepeyv