Li Koreya Başûr 7 kes ji ber lehiyê mirin
Tîrmeh 15, 2023 17:59 Asia/Tehran
Li Koreya Başûr hezaz çêbûn û lehî rabûn, di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da, 3 kes winda ne.
Li gorî nûçeya Reutersê, rayedarên Koreya Başûr diyar kir ku di encama barana zêde de ku bûye sedema lehî û hezazê, 7 welatiyan jiyana xwe ji dest da, 3 kes winda ne û 7 kesên din birîndar bûn.
Wezareta Karên Hundir a î welatî da zanîn ku heta saet 11:00`ê sibehê li seranserê welat hezar û 567 kes hatine veguhastin û diyar kir ku hejmar dê zêdetir bibe.
Li gorî Wezareta Veguhastinê ya vî welatî, li kantona Chungcheong a bakurê welat duh ji ber hezazê trenek ji rêya xwe derketiye.