Tîrmeh 09, 2023 10:55 Asia/Tehran
  • Dmîtrî Medvedev: Biden li dû Cenga Cîhanî ye

Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîya Neteweyî ya Rûsyayê bi gotina vêya ku Serokkoamrê Amerîkayê li dû kişandina tevahiya cîhanê ber bi şereklî giştalî ye, derbarê şandina bombeyên hûşîkî bo Ukraynê hişyarî da.

Dmîtrî Medvedev  C derbarê biryara dewleta Amerîkayê ya raberkirina bombeyên hûşîkî bo Ukraynê bi tundî hişyrî da.

Dmîtrî Medvedev ku di rojên dawî da û li pey zêdebûna alîkariyên leşkerî yên welatên rojavayî bo Ukraynê ji bo şerê dijî Rûsyayê, helwêstên tundtir nîşan dane, got: Şandina bombeyên hûşîkî bo Ukraynê ji aliyê Amerîkayê an her welatekî din va, cîhanê dike mekanekî gelekî xeternak.

C ev teniştok avête Joe Bidenê Serokkomarê Amerîkayê û got: Dibe ku wî bavkalê ber bi mrinê ku mijûlî xeyalên xwe yên nivîşkan e, bi hêsanî biryar dabe ku bi birêxistina axirezem,aneke atomî li cîhanê, hem bi xwe biçe dinyaya din û hem jî nîvê mirovahiyê digel xwe bibe!

Serrokkomarê berê yê Rûsyayê tevî pêkenîkirina li revîna leşkerî ya Amerîkayê ji Efxanistanê bi rêveberiya Joe Biden, şirove kir: Ew bi serşûrî ji Efxanistanê reviya û ji bo veşrtina vê serşûriyê, abora Ewropayê wêran kir.

Medvedev her wiha got: Niha û piştî valabûna hemî çavkaniyên Amerîkayê Biden soza raberkirina cebilxneya hûşîkî dide Ukraynê û qala asoya endamtiya Kiyêvê li NATO'yê dike ku eger ev yek biqewime, tê wateya Cenga Cîhanî ya Sêyem.

Dewleta Amerîkayê roja Înîyê ragihand ku bombeyên hûşîkî dide Ukraynê.

Bikaranîna bombeyên hûşîkî li zêdetirî 100 welatan qedexe ye. Ev muhîmat bi giştî hejmareke zêde ya bombeyên biçûktir belav dike ku dikarin bêarmanc li navçeyeke berfireh bibin sebeba kuştinê.

Tevî vêya welatên Almanya, Inglîz, Kanada û Spanyayê tevî ragihandina dijayetiya xwe digel biryara Amerîkayê ya raberkirina bombeyên hûşîkî bo Ukraynê ragiahndin, Şandina van cûre muhîmat û alavên şêrr bo Kiyêvê li gorî qanûnên navneteweyî qedexe ye.

Serepeyv