Tîrmeh 01, 2023 07:55 Asia/Tehran
  • Dewama şîdetan li Franayê li şeva çaran li dû hev

Di halekî de kunWezîrê karên Kavxwe yê Francayê fermana qedexetiya hat û çûyînê ya ciwanan ji siet 9 şevê heta 6 sibeha roja şemiyê dabû, lê li çend bajarên Fransayê bo şeva çaran li dû hev nerazîbûn û nakokiyên nû berdewam bûn.


Navçeya Doçêr a bajarê Liyûn, Marsî, Strasborg û çend bajarên din ên  Fansayê, nerazûbûn pêka şevên derbasbûyî bi  şîdeteke zêdetir berdewam bûn.

Wer tê xûyanê bajarê Marsiyê li başûrê Fransayê, bûye navenda nerazîbûnên şeva derbasbûyî, lewma bi zêdebûn û berfirehbûna nerazîtiyan, şaredarê Marsiyê ji rayeadrên fransî xwest ku hêzên zêdetir bşînînin vî bajarî.

Reutersê jî ji zarê polîsê Fransayê ragihand ku neraziyan firoşgeheke  çek û sîlehan li navenda Marsiyê talan kirin û hemî çekên wê dizîn. Her wiha  neraziyan  bi dehan trimbêl li bajarê Anjeyê li rojavaya Fransayê şewitandin.

Hevgavê nerazîbûnan jî li taxa Ladoçêrê li beşa bakurî ya bakarê Lêlona Fransayê gulle hatin avêtin û hêzên berteka lezgîn ber bi cihê gullevaêtinê hatin şandin. Hêzên polîs şeva derbasbûyî bi dehan kesên nerazî girtine. Eva di halekî de ye ku Êmanoêl Mekron, Serokkomarê niha yê Fransatyê roja îniyê ragihand ku rewşa niha li Fransayê nayê tamulkirin. 

 Sê rojan piştî destpêbûna nearamiyan, lîstikvanên tîma fûtbola Fransayê jî îniyê şevê bi weşandina daxûyaniyekê li nav torên civakî daxwaza damezrandian aramiyê û kutakirina şîdetê kirin. 

 Crald Daronîn, Wezîrê Karên Navxwe yê Fransayê siet 2.30 siba şemyê bi amadebûna li yek ji navçeyên rojavaya Parîsê,bi hêzên wlehiyê yên Fransayê re ku bi şeva çaran a  nerazîbûnan re rûbirû bibû, hevdîtin pêk anî. 

 Wî got: Îniyê şevê herîkêm 471 kes li seranserê Fransayê hatine desteserkirin. 

 

 

Serepeyv