Hezîran 29, 2023 15:40 Asia/Tehran
  • 'Amerîka derbarê destwernedana li krûbarên Rûsyayê derew dibêje'

Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê got: Amerîka derbarê destwernedana li karûbarên Rûsyayê derew dibêje, ji ber ku raboriya Waşîngtonê di şoreşên rengîn û mexmelî rastiyan nîşan dide.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê îro Amerîka bi derewgotina derbarê alûgorên Rûsyayê tawanbar kir.

Sergey Lavrov got? Dema ku Amerîka destwerdana li karûbarên navxweyî yên Rûsyayê înkar dike, derew dibêje.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê got: Hemî kesên ku raborî û sabiqeya kiryarên Amerîkayê ji bo guhertina rejîmê li welatan dizanin, dikarin bibînin ku gotinên berê yên rayedarên amerîkî di vî warî da (destwernedana li karûbarên navxweyî yên Rûsyayê) teqez heta radeyekê sexte û çêkirî xuya dikin.

Sergey Lavrov got: Ji bilî vêya şêwaza xebata binyat û rêxistinên ne-hikûmî yên amerîkî heta vê dawiyê û çend sal berê li welatê me û kiryarên wan ên piştevanî û birêvebirina dijberên me, nîşana xapandina aşkira ya Amerîkayê ye.

 

Serepeyv