Hezîran 24, 2023 09:39 Asia/Tehran
  • Fermandeyê Pilebilind ê urûs, Koma Wagnêr vexwend ku pirsgirêan bi riyeke bi aşitî çareser bike

Fermandeyê Pilebilind ê urûs di şerê li himber Ukraynê ji koma mîlîtan a Wagnêr xwest ku îtaetê ji fermanên serokkomarê Rûsiyê bike û hemî pirsgirêkan ji riya bi aşitî çareser bike.

Sergerî Sorovîkîn, Fermandeyê pilebilind ê Rûsiyê li şerê  Ukraynê , koma Wagnêrê vexwend ku  êrişên xwe bi dawî bînin ji ber ku  li gor gotina wî, dijminê Rûsiyê çavlirê ye ku rewşa siyasî ya vî welatî xirab bibe.

Wî got: Me bi hev re riyeke dijwar derbas kiriye.  Me di kêleka hev de, şer kiriye, me ziyan dîtine û em bi ser ketine. Em ji xwînekê ne, Em têkoşer in.

 Yûgnî, Prîgojîn, Fermandeyê Wagnêrê îdia kiriye ku hêzên vê komê, helîkoptereke  Rûsiyê ku ber bi xelkê sivîl va gulle avêtibû, sernixûn kirine.

Prîgojîn,roja îniyê îdia kir ku  artêşa Rûsiyê hêzên Wagnêr kirine armanc û 2 hezar endamên vê komê kuştine.

 Ew ku ji aliyê rayedarên Rûsiyê ve bi serhildana çekdariyê tawanbar bûye, îdia kir: Endamên Wagnêrê ji Ukraynê derbasî navçeya Rostofa Rûsiyê bûne.

 Prîgojîn piştî hilêxistina vê îdiayê got: Walrî Grasîmof, Serokê Erkantiya hevpar a artêşa Rûsiyê fermana firîna balefiran û gulleavêtina ber bi istûnên Wagnêr ku di nava  kamyon û trimbêlên sivîl hereket dikin, daye.

 Fermandeyê Hêzên Wagnêrê her wiha ragihandiye ku  ev hêz ji sînor derbas bûne û ber bi aliyê Rostifê li Rûsiyê  ve bi pêşde diçin û bo rûbirûbûan bi artêşa Rûsiyê re amade ne.

Di vê navberê de, qayîmmeqamê parêzgeha Rostofê ya Rûsiyê ji welatiyan xwest ku ji ber rewşa heyî ya prêzgehê, îhtiyatê bikin û ser hemdê xwe bin.

 Wî her wiha got: Hêzên emnî hemî tivdîtên pêwîst bo garantîkirina ewlehî û tendrustiya xelkê vê parêzgehê berçav digrin.

 Komîteya  dijî terorîzmê ya Rûsiyê di daxûyaniyekê de teqez kir dosiyeke dadaweriyê derbarê deweta bo serhildana çekdariyê ji aliyê fermandeyê Wagnêrê vekiriye û daxwaza rawestandina demlidest a kiryarên neqanûnî kiriye.

 Wezareta  Berevaniyê ya Rûsiyê jî destnîşan kir Kiyêf bi kiryarên bi tehrîk ên Prîgojên bo êrişa ser mêhwera Baxmûtê amade  dibe.

Vê saziya rûsî her wiha ragihand: Hêzên me bi êrişên hewayî û topxaneyî ser mêhwera Baxmûtê di halê işkestdana dijmin in.

Di hakekî de ku alûgurên  têkiladrî îdiayên Fermandeyê Koma Wagnêr derbarê êrişa îdiayî ya Rûsiyê ser vê komê bi lezgînî di halê pêşdeçûnê ye, Çavkaniyên nûeyan derbarê  êrişa hewayî li seranserê Ukraynê hişyarî dane.

 

 

 

Serepeyv