Hezîran 23, 2023 16:16 Asia/Tehran
  • Rayedarê Pilebilind ê Ewrûpayê: Rêketina Navokî bijarteya herî baş e

Alîkarê Berpirsê Siyaseta Derve ya YE Rêketina Navokî riya herî baş derbarê dosiya navokî ya Îranê da zanîn.

 

 Ênrîkê Mora di peyameke twîterê de nivîsî: Bo YE, Rêketina Navokî  çarçoveya herî baş e û rêçareyeke  baş bo çareserkirina dilnigeraniyên civaka navneteweyî derbarê bernameya navokî ya Îranê ye. 

 Mora çarşemiya buhurî jî tev Elî Baqirî Kenî, Alîkarê Siyasî yê Wezîrê karên Derve yê Îranê li Dûhayê hevdîtin pêk anî û di twîtek de nivîsî ku her du aliyan derdorê gelek meseleyên dualî, navçeyî û navneteweyî ji wan riyên pêşberî muzakireyên Rêketina Navokî û her wiha rêçareya derbarê Kendava  Farsê gotûbêj kir. 

 Nunerên Troîkaya ewrûpî jî heftiya buhurî bo cara dudyan piştî rawestandina muzakireyên rakirina  boykotan ku ji Îlona  buhurî va ji ber sistiya aliyê emerîkî bo wergirtina biryarên siyasî, hatiye rawestandin,tev nunerên pilebilind ên Îranê hevdîtin pêk anîn. 

 

Serepeyv