Hezîran 22, 2023 16:53 Asia/Tehran
  • Hişyariya Moskowayê derbarê siyasetên şerxwaziyê yên Emerîka û NATOyê

Beredevka Wezarerta Karên Derve ya Rûsiyê hişyarî da ku renge siaysetên êrişkirane yên Emerîka û NATOyê bibin sedem di navber qawetên navokî de rasterast pevçûn derkeve.

Marya Zaxarova, Di civîneke rojnamevaniyê  li Moskowayê de diyar kir: Xetera mezin ku siyasetên êrişkirinê bo  işkesta Rûsiyê li  Ukraynê pêk tîne eva ye ku  Emerîka û NATOyê tehrîk dike ku  xeterê zêdetir bikin û bikevin nav kêşeyeke leşkerî ya berfirehtir. 

  Berdeva Wezareta Karên Derva ya  Rûsiyê her wiha got: Pir eşkere ye ku  siyaseteke bi vî rengî dikare bibe sedema şerê çakdariyê ya rasterast di navbera qawetên navokî. 

  Zaxarovayê got: Berpirsiyariya tam û tekûz a rewşê ser milê welatên rojavayî ye . Em bi tenê dikarin  bi micidî teqez bikin ku Rûsiye rijd e ser berevaniya ji berjewendiyên xwe yên neteweyî û welatên rojavayî nabe şikê li vê meselê bikin. 

  Balyozê Rûsiyê li Londonê jî bal kişand ser vê yekê ku nîvgrava Kêrîmê beşek ji axa federasyona Rûsiyê ye û got: Her cure êrişa Ukraynê ser vê navçeyê bi mûşekên brîtanyayî, dûhatên  cidî heye. 

 Andrî Klîn, Balyozê Federasyoan  Rûiyê li Londonê di hevpeyvînekê de got ger Ukrayn bixweze bi çek û sîlehên Inglîzê êrişî ser nîgrava  Kêrîmeyê bike, emê tola xwe ji Inglîzê hildin. 

 Ji dema destpêbûna  şerê Rûsiyê û Ukraynê, welatên rojavayî bi serkêşiya Emerîkayê, pir xebitîne ku  nehêlin Rûsiye di vî şerî de bi ser keve û heta niha bayê bi dehan milyar dolarî çek û sîleh şandine Uklraynê. 

 

 

Serepeyv