Hezîran 19, 2023 16:49 Asia/Tehran
  • Qutbûna cereyana bi sedan hezar amerîkiyan ji ber ba û bagerrê

Ji ber rewşa nebaş a av û hewayê li Emerîkayê ji wan bagerrên tund li vî welatî, 5 kes hatin kuştin û cereyana bi sedan hezar malan qut bûye.

 

Di encama ba û bagerra tund li navçeyên başûrî yên Emerîkayê duh piştî nîvro li gor dema herêmê, 5 kesan canê xwe ji dest dan û cereyana zêdetirî 640 hezar malan qut bû. 

 Li gor ragihandina şîrketên dabînkirina cereyanê li eyaleta Oklahomayê nêzîkî 300 hezar mal li seranserê vê eyaletê piştî bagerrên giran ên roja şemî û yekşemiyê bêyî kareba derbas kirin. 

 Zêdetirî 110 hezar kes jî li Loyîzyana û Têgzasê rastî qutbûna cereyanê hatin.

Her  wiha ji ber qutbûna cereyana avahiyan zêde ji 62 hezar kes li Arkanzasê û zêde ji 53 hezar kes jî li Mîsîsîpiyê bêyî kareba man. 

 

 

Serepeyv