Hezîran 16, 2023 15:31 Asia/Tehran
  • Di encama bagerra li başûrê Emerîkayê, kesek hat kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn

Ji ber ba û bagerra giran li başûrê Emerîkayê kesek li bajarê Penhendila eyaleta Têgzasê hat kuştin û herîkêm 100 kes jî bo dermankirinê seredana orjansa nexweşxaneyê kirin.

 

Erkdarên Vemiradina êgir, pêncşemiyê şevê li gor dema herêmê, ragihandin ku hinek trimbêl jî ziyan dîtine û tîmên gîhandina alîkariyê, operasyona rizgarkirina xelkê destpê kirine. 

 Her wiha ji ber ba û bagerrê cereyana  nêzîkî pêncî hezar malan li eyaletên Têgzas û Oklahomayê qut bûye. 

 Li gor raporan, cereyana  hemî bajarê Prîtûnê li Têgzasê qut bûye. 

 Raporên hewnasiyê nîşan didin ku bager û bahoz ber bi Oklahomayê di haê berfirehbûnê ye. 

 Saziya hewanasiyê jî ragihand ku dewra dudyê ya  bagerê, dê Oklahoma û hin beşên Têgzasê bigre ber xwe. 

 Karzanan hişyarî dabûn ku rewşa nebaş a av û hewayê yê hîna xirabtir bibe û navçeya Oklahamasîtiyê rastî bagerê were. 

 

 

Serepeyv