Êrişa saybêrî ser saziyên federal ên Emerîkayê û hevpeymaên wê li NATOyê
Saziyên curbicur li seranserê Emerîkayê û hevpeymanên wê li NATOyê ketin ber êrişa saybêrî.
Êrişên saybêrî yên berbiçav li seranserê Emerîka û cîhanê qewimîne.
Saziyên federal, dewletên xwecihî û zanîngehên mezin ji van navendan in ku ketine ber êrişên saybêrî. Ji wan Wezareta Enerjiyê û nexweşxaneyên ser bi zanîngeha Hapkînzê li Mêrîlend û Florîdayê, zanîngeha eyaletî ya Corciya û Dayireya Perwerdeyê ya Mînê-Sûtayê û Şîrketa balefiran a Brîtîş Êyrvîzê bûne.
Berdevkê Koşka Sipî bi ragihandina vê yekê ku hekêr endamê koma saybêrî ya Kêlapê ne ku tê gotin ji nav Rûsiyê xebatê dikin û îdia kir, pêşilkarên saybêrî nermamûra Mû - IT, ku şîrket û saziyên dewletê bo veguhestina agahiyan ji wan lêzanînên kesane bi kar tînin, îstifadeya kirêt dikin.
FBI û saziya ewlehiya saybêrî ya Emerîkayê, heftiya derbasbûyî derbarê êrişên bi vî rengî hişyarî dabûn şîrketan.