Hezîran 15, 2023 15:32 Asia/Tehran
  • Dewama pevçûnan li Sûdanê

Tevî hewildanên navneteweyî, pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Berteka Lezgîn ên vî welatî hîna didomin.

 Roja çarşemiyê, balefirên cengê yên artêşa Sûdanê, bo cara yerkê ji destpêka pevçûnan ve, meqerên Hêzên Berteka Lezgîn ên vî welatî li bajarê Ebyezê bombebaran kirin û Hêzên Berteka Lezgîn jî di bersiva van êrişan, sîstema berevaniya hewayî bi kar anîne. 

  Ger çi bajarê Ebyezê ji destpêka pevçûnên li Sûdanê va bûye meydana  şerê di navbera Hêzên artêşa Sûdanê û Hêzên berteka lezgîn ên vî welatî, lê eva cara yekê ye ku artêşa Sûdanê balefirên xwe yên cengê bo bombebarankirina vî bajarî bi kar tîne. 

  Her wiha çavkaniyên mûçeyan ragihandin ku dengê gullevaêtinê li rojavaya bajarê Um Dermanê hatiye bihîstin û ragihandin ku  hin navçeyên vî bajarî ji aliyê balefirên cengê yên artêşa Sûdanê va hatiye bombebaran kirin. 

 Yekitiya Pizîkên Sûdanê jî di raporekê de ragihand ku  hejmara kuştiyên pevçûnên niha li Sûdanê ji 958 kuştiyan derbas bûye. 

 Li gor vê raporê, zêdetirî 4 hezar û 746 sûdanî jî di encama  şerê û pevçûnên li Sûdanê birîndar bûne. 

 Vê saziya nhikûmî rewşa bajarê Cenînê li eyaleta  Darfûrê bi karesat da zanîn û ragihand ku  nexweşxaneyên vî bajarî êdî nikarin  xizmeta nexweşan bikin. 

 

Serepeyv