Hezîran 12, 2023 09:11 Asia/Tehran
  • Berteka NY li himber alozbûna rewşa însanî li Ukryanê

Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY derbarê aloztirbûna rewşa mirovî li Ukryanê piştî teqîna li bendava Kaxofkayê hişyarî da.

Bendava giring a Kaxûfkayê ku ketiye ser çemê Denîproyê, bineszaiyeke giring e ku derdora 18 km  kûp a avê  mexzena Kaxofkayê di nav xwe de cih kiriye û ava gelek beşên başûrî yên Ukraynê û nîvgrava Kêrîmê ku di sala 2014an li axa Rûsiyê hat zêdekirin, dabîn dike.

 Ev bendav her wiha ava hêzgeha navokî ya Zaprojyayê jî dabîn dike ku ketiye beşa vê ya jorîn û di bin kontrola Rûsiyê de ye.

Piştî vê bûyerê, Kiyêfê Moskowa tawanbar kir lê Viladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Rûsiyê  wek yekim berteka li himber vê bûyerê li bendava  Kaxûfkayê li navçeya Xersûnê, ew karekî hovane da zanîn ku Ukraynê ev kara bi rênimûniya rojavayê kir.

 Martîn Grîfît, Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY wek bertyeka li himber teqîna bendava Kaxûfkayê di heftiya buhurî li başûrê Ukryanê hişyarî da, rewşa mirovî li vî welatî piştî vê bûyerê aloztir bûye.

Grîfît her wiha got: 700 hezar kes ji xelkê Ukraynê hewcetî bi ava vexwarinê hene û ji ber rabûna lehiyê li vî welatî,  hinardekirina dexl û danan kêm bûye û buhaya xwarekê li seranserê  cîhanê jorde çûye û xwareka bi milyona kesê kêm bûye.

 Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY  destnîşan kir NY bi hevkariya komên gîhandina alîkariyan ên ukraynî , alîkarî gîhandiye 30000 kes ji xelkê navçeyên lehîlêxistî li taxên bin kontrola Ukraynê.

 Hevgav, Endrî Yêrmak, Serokê Nivîsgeha Serokkomarê Ukraynê ji derbarê veguhestina 189 zindaniyan bi Rûsiyê re agahî da.

 Yêrmak got ev veguhertina zindaniyan roja yekşemiyê cih hat û hikûmeta Kiyêfê, 95 zindaniyên uris azad kirin û berdêla wê 95  zindaniyên ukraynî berdan.

 

 

Serepeyv