Hezîran 08, 2023 18:36 Asia/Tehran
  • Rûsya: Ti feydeyeke hevkariya bi NATO'yê ra tineye

Berdevkê Serokkomarê Rûsyayê vejiyandina hevkarî û hevahengiyên Moskowê digel Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) tam bêfeyde zanî.

Li gorî nûçeya Sputnik'ê, Dmîtrî Pêskov Berdevkê Serokkomarê Rûsyayê roja Pêncşemiyê di press konferansekê da li Kremlînê bi gotina vêya ku NATO hevpeymaniyek ji bo aştî û aramiyê nîne, ragihand: NATO li her cihekî hebe, nearamiyê pêk tîne.

Dewleta Rûsyayê bi mehan tevî hişyarîdana derbarê berfiehxwaziya NATO'yê li rojhilatê Ewropayê, pêşniyazên garantiya ewlehiyê raberî Amerîka û NATO'yê kirin, lê ev pêşniyaz hatin rdkirin.

Moskowê vê dawiyê pêşniyazeke aştiyê ya bimerc raberî aliyê ukraynî kir ku yek ji babetên wê garantiya Ukraynê ji bo tevlênebûna li NATO'yê bû.

 

Serepeyv