Hezîran 05, 2023 10:30 Asia/Tehran
  • Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê derbarê işkesta êrişên berfireh ên artêşa Ukraynê agahî da

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku hêzên ukraynî di êrişkek berfireh de ji pênc beşên bereya pêşiyê va li Donbasê, êrişî ser hêzên Rûsiyê kirin, lê işkest xwarin.

Wezareta  Berevaniyê ya Rûsiyê bi weşandina daxûyaniyerkê ragihandku  êrişên Ukraynê ji siba roja yekeşmiyê ve destpê bûn lê dijmin negihêşt armancên xwe û işkest xwar.

 Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê her wiha ragihand ku  Ukraynê di êrişên xwe yên nû ser Rûsiyê de, tîpên 23  û 31 ê yên mekanîzmê bi kar anî.

Di dewama vê daxûyaniyê de hatiye: Hêzên Çekdar ên Ukraynê zêdetirî 250 esker, 16 tank, 24 trimbêlên zirixî û ji dest dan.

Eva di halêkî de ye ku Vilodîmîr Zêlênskî, Serokkomarê Ukraynê roja şemiyê gotibû ku  Kiyêv amadeyî bersivdanê ye û  artêşa welatê wî nikare çend mehan sebrê bike.

 Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê her wiha derbarê êrişa vî welatî ser balefirgehên eskerî yên Ukraynê  li bersiva êrişên vê dawiyê ser Rûsiyê agahî dan.

 Wezareta Berevaniyê ya  Rûsiyê duh yekşemiyê di daxûyaniyekê de ragihand ev welata  balefirên eskerî yên Ukraynê dane ber êrişan û ziyan û zirarên zêde gîhandine balefir û teşkîlatên wan.

 Berdevkê Serokkomariya Rûsiyê jî ser dewama  operasyona  eskerî ya taybet a vî welatî li Ukraynê teqez kir

 Dîmîtrî Pêskov, Berdevkê Serokkomarê Rûsiyê derbarê operasyona eskerî ya vî welatî li Ukraynê  ragihand  divê Rûsiye karê ku dike bighîne encamê.

 

 

 

Serepeyv