May 29, 2023 17:23 Asia/Tehran
  • Hejmara kirêgirtiyên emerîkî ku di şerê Ukraynê de hatine kuştin

Rojnmaeya Waşengton Postê di raporekê de ragihand ku nêzîkî 16 kirêgirtiyên emerîkî di encama şerê Ukraynê de hatine kuştin.

 

 Waşengton Postê nivîsî piştî ku şerên vê dawiyê yên Emerîkayê hêdî hêdî  ji rojavê ketin, hinek kevne-serbasan biryar dan li Ukraynê çekê rakin û herîkêm 16 kesan canê xwe ji dest dan.

 Di meqaleya Waşengton Postê de hatiye ku emerîkiyên ku tevlî hêzên ukraynî bûn bi xwe çûn Ukraynê û guhê xwe nedan hişyariyên fermî û berdedwam ên co Baydên serokkomarê Emerîkayê û endamên hikûmeta wî.

 Pêştir Sergeyî Şoygo, Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiyê gotibû ku zêde ji 2500 kirêgirtiyên biyanî li şerê li Kiyêfê de beşdar bûne.

 

Serepeyv