May 27, 2023 09:12 Asia/Tehran
  • Demajoya normalkirina peywendiyên di navbera Bakû û Yêrîwanê

Wezareta karên Derve ya Azerbaycanê roja îniyê ragihand ku Cêyhûn Elîêv, Wezîrê karên Derve yê vî welatî bi Xawiyêr Kolomîna, Nunerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NATO`yê di karûbarên Qefqaz û Asiyaya Navendî hevdîtin pêk anî û her du aliyan demajoya normalkirina peywendiyên di navbera Bakû û Yêrîwanê hilkolandin.

 

Di daxûyaniya Wezareta karên Derve ya Azerbaycanê de hatiye: Di vê hevdîtinê de, Cêyhûn Elîêv, derbarê demajoya normalkirina peywendiyên di navbera Bakû û Yêrîwanê hişyarî da Nunerê Sekreterê Giştî yê NATO`yê

Kolomîna jî teqez kir ku NATO piştgiriyê dide demajoya normalkirina peywendiyên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê.

Ev hevdîtina di halekî de ye ku çavkaniyên nûçeyan ên Komara Azerbaycanê roja pêncşemiyê ragihandin ku di civîna sêqalî ya serokkomarên Rûsiyê û Ermendsitanê û Komara Azerbaycanê li Moskowayê, Yêrîwan û  Bakûyê derbarê bifermînaskirina yekperçetiya erdê li hev kirin.

Di  vê civînê de ku bi mazûvaniya Viladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Rûsiyê û bi beşdariya Îlham Elîêv, Serokkomarê Azerbaycanê û Nîkol Paşîniyan, Serokwezîrê Ermenistanê hat lidarxistin, her du aliyan derbarê pêşketina muzakireyên  bidestxistina aşitiyê de agahî dan.

 

Serepeyv