May 24, 2023 19:13 Asia/Tehran
  • Japon tev li NATO'yê nabe

Serokwezîrê Japonê ragihand ku vî welatî ti bernameyek ji bo tevlêbûna Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) tineye.

Li gorî rapora Reuters'ê, Fûmiyo Kîşîda Serokwezîrê Japonê roja Çarşemiyê di civîna parlimana vî welatî da got ku Tokyoyê ti biryar û bernameyek ji bo tevlêbûna NATO'yê tineye, lê daxwaza NATO'yê ji bo vekirina ofîsekê li Tokyoyê piştrast kir.

Meha pêş Balyozê Japonê li Amerîkayê gotibû ku NATO bi mebesta hêsankirina şêwirîn û hevahengiyan li navçeyê hez dike ofîsekê li Tokyoyê veke; Ev yekem ofîsa NATO'yê li Asyayê ye.

Yûşîmasa Hayaşî Wezîrê Karên Derve yê Japonê jî hefteya pêş ragihand, Japon gotûbêj dike ku ofîsa têkiliyê ya NATO'yê li vî welatî veke.

Wî pevçûna leşkerî navbera Rûsya û Ukraynê wek behaneyek ji bo berfirehkirina kewşena NATO'yê bo Asyayê pîne kir.

 

Serepeyv