May 22, 2023 08:40 Asia/Tehran
  • Ermenistanê giliya xwe ya dijî Komara Azerbaycanê bire Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê ya Laheyê

Nûnerê Ermenistanê di karûbarên mafên navneteweyî da ragihand ku Yêrîwanê giliyek li dijî Komara Azerbaycanê têkildarî avakirina rawestgehên lêgerînê ji aliyê Bakûyê va li Korîdora Laçînê raberî Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê ya Laheyê kiriye.

Komara Azerbaycanê ji Kanûna 2022an va derbasgeha Laçînê ku herêma Qerebaxêli Ermenistanê girêdide, asteng kir. Yêrîwanê ragihandiye ku Bakû bi vî karî bi dû jenosayda ermeniyan li Herêma Qerebaxê ye.

Yîgîşe Kareksiyan nûnerê dewleta Ermenistanê li karûbarên hiqûqî di hevpeyvîneke di vî warî da got: Li pey avakirina rawestgehên lêgerînê ji aliyê Komara Azerbaycanê li ser rêya Ermenistan-Qerebaxê, Yêrîwanê bo cara duyem giliya xwe li ser vê yekê biriye Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê ya Laheyê.

Kareksiyan got: Yêrîwan çaverê ye ku Dadgeha Laheyê hin kiryarên demkî li dijî Bakûyê bisepîne û ji Komara Azerbaycanê bixwaze ku hatûçûna bê astengî di vê korîdorê da misoger bike.

 

Serepeyv