Li Sûdanê dîsan şer dest pê bû
Tevî lihevkirina alîyên şêrr derheq agirbesê li Sûdanê, şer dîsan dest pê bû. Hêzên Artêşa Sûdanê û Hêzên Berteka Lezgîn li Xartûma paytext dîsan êrişî hev kirin.
Li gorî agahîyan, Artêşa Sûdanê bi awayên curbicur êrişî çeperên Hêzên Berteka Lezgîn ên li Xartûmê kirîye.
Hêzên Berteka Lezgîn ên Sûdanê jî di daxûyanîyekê da ragihandin ku Kempa Sewaqe`yê û hejmarek kempên devera Behrî ya Bakur tam xistine bin kontrola xwe.
Li gorî vê daxûyanîya Hêzên Berteka Lezgîn ên Sûdanê, di encama vê operasyonê da zêde ji 700 kes dîl hatine girtin û bi dehan kes jî hatine kuştinê.
Pevçûnên di navbera Hêzên Artêşa Sûdanê bi fermandetîya Ebdulfettah Burhan û Hêzên Berteka Lezgîn bi fermandetîya Mihemed Hemdan Degalo da li ser desthilatê ji 15ê Nîsanê va dest pê bûn û piştî çend hefteyan û çend hewlên ji bo pêkannîa agirbesê, didomin.