Civîna NY û welatên afrîqî li Kenyayê dest pê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i341374-civîna_ny_û_welatên_afrîqî_li_kenyayê_dest_pê_bû
Civîna NY û welatên afrîqî li şarê Nayrobî paytexta Kenyayê dest pê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 17, 2023 13:16 Asia/Tehran
  • Civîna NY û welatên afrîqî li Kenyayê dest pê bû

Civîna NY û welatên afrîqî li şarê Nayrobî paytexta Kenyayê dest pê bû.

 

Civîna NY û welatên afrîqî ku civîneke sêrojî ye, bi armanca hilkolandina rêyên kontrolkirina berbelavbûna çekên sivik li şarê Nayrobî paytexta Kenyayê dest pê bû.

Rayedarên Beşa Jiçekkirinê ya NY (UNODA) û 15 welatên afrîqî di vê civînê da rêyên girtina pêşîya qaçaxa çekan û alîkarîya bo bicihanîna plana Yekitîya Afrîqayê ya ji bo rawetandina pevçûnan tên hilkolandin.

Serokê Çiqa Çekên Asayî ya NY Îvor Rîçard Fang di destpêka vê civînê da got: Yek ji rêyên kokbirrkirina qaçaxa çekan, xurtkirina qanûnên têkildarî çekan ên netewî ye.

Fang herwiha got: Divê durif û nîşaneya taybet a çekan hebe ta ku bi rehetî bên şopandin.

Şandina çek û rextan bo welatên afrîqî bûye sedema zêdebûna pevçûn û şîdetan li vê herêmê.