May 12, 2023 18:02 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Çînê li ser pêwîstiya bidawîhatina şerrê Ûkrayn û Rûsiyê

Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê, li ser dewama hewldanên ji bo bidawîanîna şerrê di navbera Ûkrayn û Rûsiyê da pêgîrî kir.

Wang wen Bîn, berdevkê wezareta karên derve ya Çînê, îro ragihand, di çarçoveya rola xwe ya navbeynkariya bidawîanîna şerrê Ûkraynê, dil heye ji roja duşemiyê ve nûnerên taybet bişîne 5 welatên Rûsiye, Ûkrayn, Lehistan, Firansa û Almanyayê.

Wang Wen Bîn, herwiha got, armanca sefera van şandiyan bo van welatan, peywendiya bi hemî aliyan re li ser çareserkirina siyasî ya qeyrana Ûkraynê ye.

Çînê pilaneka pêkhatî ji 12 xalan ji bo aştiyê û bi dawîanîna şerrê li Ûkraynê raber kiriye ku agirbes û bidawîanîna boykotên welatên rojavayî dijî Rûsiyê digire ber xwe.

Çînê di vê pilanê da li ser destpêkirina gotûbêjên aştiyê di navbera Moskow û Kiyêvê da, agirbes, bi dawîanîna boykotên welatên rojavayî dijî Rûsiyê, tiwdîrên ji bo garantîkirina ewlehiya binavahiyên navokî, pêkanîna derbasgehên mirovdostane ji bo derketina sivîlan û rakirina pêngavên di çarçoveya garantîkirina hinardekirina dexl û danan pêgîrî kiriye.

 

Serepeyv