May 12, 2023 17:33 Asia/Tehran
  • Rûsiyê dirêjkirina dema hinardekirina dexl û danan ji Behra Reş bi merc qebûl kir

Aliyê ûris li gotûbêjên hinardekirina dex û danan ji Deryaya Reş, wajokirina vê hevhatinê girêdaiyê dayîna garantiyên pêwîst ji bo cihanîna wê ji aliyê, aliyê hember ve da zanîn.

Tirkiye, Rêxistina neteweyên Yekgirtî, Rûsiye û Ûkrayn, 22`ê Jûena 2022`an li Stenbolê, hevhatinameyek ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina dexl û danan ji sê benderên Deryaya Reş a Ûkraynê, îmze kirin ku piştî destpêbûna şerrê Rûsiye û Ûkraynê di Sibata 2022`an da hate sekinandin.

Piştî vê hevhatinê, navendeka hevahengiya hevpar bi beşdariya rayedarên sê welatan û Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Stenbolê ji bo çavdêriya li ser baran pêk hat.

Li gorî rapora roja îniyê ya Ajansa nûçeyan a Tasê, Sêrgêy Wêrşînîn, alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê, li gotûbêja bi nûçegîhana re ragihand eger ku garantiyên pêwîst ji bo serêxwegirtina xwestekên Rûsiyê heta 18`ê meha Gulanê neyên wergirtin, wê hevhatinê îbtal bike.

Pêkanbûna hinardekirina dexl û dan û kûdê ya Rûsiyê û tevlîbûna Banka Cotkariyê ya vî welatî li Sûîftê, xwestekên Moskowayê ji aliyên hember in.

Çavkaniyeka agehdar jî li hevpeyvîna bi Ajansa nûçeyan a Tasê, ragihand: Dema hinardekirina dexl û danan ji Deryaya Reş, di yek yan du rojên dahatî da, wê ji bo 2 mehên din were dirêjkirin.

Serepeyv