Hişyarkirina Pap Firansîs li bara danîna heywanên kovî dewsa zarokan
Papa Firansîs, rêberê katolîkên cîhanê, di rêûrismekê da bi beşdariya serokwezîrê Îtalyayê li Romê, ragihand, tenê kesên zengîn li Îtalyayê dikarin bibin xwedîzarok.
Papa Firansîs, bîreweriyek li bara merasimeka vê dawiyê vegot ku tê de xanimekê ji rêberê katolîkên cîhanê xwest ku ji bo zarokê wê duaya xêrê bixwaze. Rêberê katolîkên cîhanê pêgîrî kir, piştî ku ev xanima çantê xwe vekir, pêhesiya ku mebesta wê ji zarok, seyê wê bûye.
Rêberê katolîkên cîhanê got: Sebra min nema û min lome lê kir ku gelek zarok birçî ne û tu seyekê tînî û dixwezî ku ez duaya xêrê bo bixwezim?
Wezîrê perwerdehiya Îtalyayê, roja pêncşemiyê hişyarî da ku hejmara niha nîşan dide ku hejmara xwendevanên li dibistanên Îtalyayê, wê di mideha 10 salên dahatî da yek mîlyon kes dakeve.