Nîsan 29, 2023 15:13 Asia/Tehran
  • Pûtîn: Em dê tenê nemînin û qanûnên sepandî jî berçav negirin

Serokomarê Ûrsêtê got ku Moskow dê qaşo ``qanûnên ku welatên taybet û kivş`` disepînin, berçav negire.

 

Serokomarê Ûrsêtê Viladimîr Pûtîn di civîna digel endamên Konseya Qanûndaner da ku li Civata Federal a vî welatî hat lidarxistin, got: Welatê wî tenê nemaye û yê danîna peywendîyan digel wan welatana bidomîne ku Moskow qîmetê dide û ew jî dixwazin bi Ûrsêtê ra hevkarîyê bikin.

Serokomarê Ûrsêtê herwiha got: Em ê di şerê aborî yê himberî welatên rojavayî da tenê nemînin, belkî berovajî wê em dê ji bo pêşxistina peywendîyên rastî, beranber û dualî û biqazanc ên digel welatên dist li Ewrasîya, Afrîqa û Amerîkaya Latîn hewil bidin.

Serokomarê Ûrsêtê pêgirî kir ku Moskow dê qaşo ``qanûnên ku welatên taybet û kivş`` disepînin, berçav negire. Wî pêgirî kir ku Ûrsêt naxwaze bikeve ``xwetenêhîştinê`` û ji bo hevkarîya li gorî insafê ya digel ``welatên dost`` amade ye.

Welatên rojavayî û di serî de Amerîka û Ingilîsê boykotên bêmînak ser Ûrsêtê da sepandine ku qedexekirina hinardekirina niftê, boykotkirina beşa bankî û girtina pêşîya hevkarîya şirketên mezin ên cîhanê bi Ûrsêtê da digirin ber xwe.

Wezîrê Karên Desrve yê Ûrsêtê jî pêgirî kir ku hewlên Waşîngtonê û hevpeymanên wê ji bo tenêhîştina Moskowê tam di halê pûçbûnê da ne û pirranîya welatên cîhanê idî ``bi koledar û talankerên berê naxapin û ber bi sîyasetên wan ên bitaluke va naçin.``

Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê Sergeyî Lavrov ku di Konfiransa Cîhanî ya Çend-Cemserîbûnê da qise dikir, got: Tam xwezayî xûya dike ku hwlên Waşîngtonê û hevpeymanên wê ji bo zivirandina rêya dîrokê û bikaranîna zorê ji bo neçarkirina civakka navnetewî ji bo ku pabendê ``pergala cîhanî ya qanûnmêhwer`` tûşî işkestê bûne. Lavrov her wiha got: Pirranîya welatan ku sedî 85ê nifûsa cîhanê li wan dijî naxwazin bixapin û ber bi wan sîyasetên bitaluke va herin ku zilhêzên koledar û mêtînger ên berê bi rê xistine. 

 

 

 

Serepeyv